Cenazeyê şervanê YPG’ê yê 72 salî Bedirxan hate veşartin

Welatiyên bajarê Til Temirê cenazeyê Bedirxan Til Temir (72) li Goristana Şehîdên Til Temirê, bi merasîmekê ve veşartin.

Bi sedan welatiyên ji hemû pêkhateyên bajarê Til Temirê, cenazeyê şervanê YPG′ê Elî Bedirxan (Bedirxan Til Temir) ê 72 salî beşdarî Pêngava Xezeba Firatê bibû ku di encama kirîzeke dil de şehîd bibû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Til Temirê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve despê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Agirî Jînda, Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Tahir Yûnis û kurê şehîd, Hisên Elî Bedirxan, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û bal hat kişandin ser rola wî ya di çeperên şer de û berxwedana wî ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ′ê. Her wiha hate diyarkirin ku bi saya têkoşîn û berxwedana cangoriyên azadiyê, hemû planên dijmin bin ketin.

Her wiha soza domandina têkoşînê û şopandina rêya têkoşeran hat dayîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê Bedirxan bi dirûşman ve li goristanê hate veşartin.