Cenazeyên 8 şervanên azadiyê li Kobanê hatin veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 8 şervanên azadiyê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, Endamên Saziyên Sivîl û Rêveberiya Xweser ên Kantonê cenazeyên Mahir Ewad (Girê Boz), Mustefa Ehmed (Baz Berçem), Ciwanker Ekran (Aram), Baz Mustefa (Baz Kobanê), Ehmed Emîn (Çiya Serhed), Fethî Ehmed (Fethî Kobanê), Kulistan Ozkar (Ozkar Amed) û Îbrahîm Kirmizî (Birûsk Riha) ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dîcle ve ketin rê.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyekî rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandara YPJ′ê Têkoşîn Kobanê axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza domandina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna hêviyên wan da.

 

Her wiha Endamê Komîteya Xebatên Civakî ya TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik jî diyar kir ku hemû serkeftinên ku li hemû qadan têne bidestxistin, berhema berxwedan û têkoşîna şehîdan in û wiha got: ″Cangoriyên azadiyê azadî, biratî û aştiya hemû gelên herêmê pêk anîn. Em soza domandina têkoşînê  û parastina destkeftiyan wan didin ên ku bi xwîna wan hatine bidestxistin."

Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên 8 şervanên azadiyê bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.