Cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîl li Efrînê hate veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê (Serfîraz Xelîl) Beşar Hac Xelîl li Goristana Şehîd Refîq veşartin.

Şervanê YPG′ê Beşar Hac Xelîl (Serfiraz Xelîl) ê ku di 6′ê Cotmeha sala 2015′an de li Taxa Şêx meqsûd a Helebê di berxwedana li dijî çeteyên Îtîlafa Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabû, îro ji aliyê welatiyên Efrînê ve li Goritana Şehîd Refîq a li gundê Metîna hate veşartin.

Ji ber şerê giran ê wê demê li herêmê, cenazeyê Serfiraz Xelîl nehate dîtin. Piştî ku 6 taxên rojhilatê Helebê hatin rizgarkirin, şervanan li wir dest bi xebatên lêgerînê kirin û cenazeyê wî, dîtin.

Welatiyên Kantonê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Avirîn a navenda Kantonê wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Engîn Mûrad axivî, bal kişand ser rola têkoşeran a di pêkanîna azadî û edaletê de, her wiha girîngiya parastinê destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, vegot.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.