YPG’ê nasnameya 5 şervanan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 5 şervanên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê nasnameya 5 şervanên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 5 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navendê YPG’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku di pêşengtiya YPG’ê û YPJ’ê de pêşketinên mezin bi xwe re anî, bûye yek ji şoreşên herî nav û deng ê cîhan û Rojhilata Navîn ku xwe bi xwe, xwe pêşxistiye. Şoreşa ku di demekî ev qas kurt de bi hêzên YPG’ê û YPJ’ê bandorekî evqas mezin bidest xistî, ne tenê di aliyê şer de, bi fikir û ramanê esas digire, di lêgerîna maf şoreşa civakî de bûye xwedî rolê herî girîng. Her wiha têkoşîn û berxwedana destanî ya hêzên YPG’ê û YPJ’ê ya ku li dijî çeteyên DIAŞ’ê ya ku li tevahî cîhanê bûye bela, hêlaye ku hemû cîhan çavê xwe vegerîne ser Şoreşa Rojava. Ev pêvajoya ku bi berxwedana Kobanê destpê kir, îro li Reqayê dom dike.
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Em îro şehadeta 5 hevalên xwe yên ku ji bo şoreşa Rojava bide domandin û têkoşînê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku belavî qadên din ên Rojava kirine, îlan dikin. Heval Serdar di Pêngava Til Berak a Çileya 2014’an, heval Devrîm ê ku di berxwedana Tebaxê ya li herêma Cezaa de ku êrîşa berfireh a çeteyên DAIŞ’ê şikand, heval Botan ê ku bû mîna yek ji hezaran ciwanên ku ji bo di berxwedana Kobanê de cih bigrin û Kobanê li ser lingan bigirin, rolekî mezin lîstin û dîsa heval Baz û Çiya yên di pêşketina şervanên Pêngava Xezeba Firatê a li ber deriyê Reqa yê ne, ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ’ê rolekî mezin girtin ser milê xwe, şehadeta wan îlan dikin.
Heval Botan ê ku bûye yek ji hezaran şehîdên me yên li Kobanê şehîd bûne, bi seferberiya Rêber Apo ji bo Kobanê îlan kirî, weke hezaran ciwanên ji çar parçeyên Kurdistan û deverên din ên cîhanê berê xwe dan Kobanê, wî jî berê xwe da şoreşê û tevlî berxwedana Kobanê bû. Weke hevalên xwe yên din ên ku diyar kirin ku wê Kobanê nekeve û her ku biçe wê çete derbên giran bixwe û têk biçe, heta kêliya dawî ya şehadetê, têkoşîn kir. Têkoşîna ku şehîd Botan kirî, têkoşîna li hember koletiya azadî, li dijî tarîtiyê ronî û li dijî îxanetê jî berxwedan bû. Heval Botan ê ji Botanê ya ku kelhekî cuda ya ruhê berxwedan û serhildanê ye, weke zarokekî welatparêz û berxwedêr,ev ruh weke mîras hêla ye. Mîrasê ku şehîd Botan ji bo me hêlayî, îro ne tenê li Rojava li her qada ku berxwedan lê tê meşandin bi heman ruhî têkoşîn tê meşandin. Malbat û hevalên Şehîd Botan bi têkoşîna ku ji bo wan hêlayî, li Cizîr, Nisêbîn a mîna Kobanê berxwedan meşandî , li hemû herêmên ku berxwedan lê tê kirin vê ruhî temsîl dike û carekî din bi canên tê dayîn îspad dike.
Em weke YPG/YPJ’ê di kesayeta Şehîd Botan de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bibîr tînin. Di serî ji malbat û hemû gelên Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em soz didin em ê ruhê berxwedanê ya şehîdên xwe bi şoreşa ku heta roja me ya îro anî bilind bikin.”
Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Baz Berçem
Nav û Paşnav: Mûstafa Ehmed
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Faruk
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Bîr Ehmed/ Reqa 22’yê Gulana 2017
Nasnav: Botan Besta
Navê Rast: Sedîq Otûn
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê/ 2014
Nasnav: Çiya Hesekê
Nav û Paşnav: Basil Mişeweh
Navê Dayikê: Şemsa
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa/ 20’ê Gulana 2017
Nasnav: Devrim Gever
Nav û Paşnav: Welat Yîgît
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Şaban
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa/ 22’yê Tebaxa 2014
Nasnav: Serdar
Nav û Paşnav: Serdar Mihemed Emîn
Navê Dayikê: Fexriya
Navê Bav: Mihemed Emîn
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Girê Pirê/ Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Berak/ 5’ê Çileya 2014