YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 2 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê û şervanekî li Qamişloyê şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêngava dîrokî ya Xezeba Firatê bi têkbirina çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Rojava û Bakurê Suriyê hatibû destpêkirin, di nava heft mehên dawî de gelek encamên girîng afirandiye. Rizgarkirina gelên Reqayê û Tebqayê ji bin zilm û zordestiya çeteyên DAIŞ'ê, bi tena serê xwe şoreşek e. Ev jî encax bi têkoşîneke rast meşandin û ji aliyê ruh û baweriyê ve bi kesayetên fedayî ve gengaz e. Şervanên ku li hember barbarên hemdem ên çeteyên DAIŞ'ê şer dikin xwedî vî ruhê fedayî û baweriyê ne. Şehîdên şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê xwedî kesayetên bi vî rengî ne û rêwiyên azadiyê yên şopdarên şehîdan îro ber bi Reqayê ve dimeşin.

Di vê meşa azadiyê de du hevrêyên me piştî şerê dijwar tevlî karwanên şehîdan bûn. Bi têkoşîna xwe û fedakirina canê xwe ji bo gelên xwe, bûn sembola azadiya gelan. Hevalê me Arjîn Hesekê li bajarê Qamişlo dema bi erka xwe radibû di encama qezayekê de şehîd bû.
 
Weke YPG û YPJ di şexsê şehîdên pêngava Xezeba Firatê tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên xwe yên welatparêz re dixwazin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

 

Nasnav: Arjîn Hesekê

Nav paşnav: Kawa Emin

Navê Dayikê: Foza

Navê Bav: Mihemed Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 27 Gulan 2017

 

 

Nasnav: Baran Cudî

Nav paşnav: Nîmet Tûrûg

Navê Dayikê: Rahîme

Navê Bav: Mehmet Selîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 25 Gulan 2017

 

 

Nasnav: Rojhat Qamişlo

Nav paşnav: Besam Rimo

Navê Dayikê: Tirkiye

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 25 Gulan 2017