MSD’ê êrîşa li ser dêra li Şamê şermezar kir

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) komkujiya ku di 22’yê Hezîranê li Dêra Mar Elyas a li Şamê pêk hat, şermezar kir.

MSD’ê têkildarî komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Binpêkirina pîroziya cihên îbadetê û destdirêjiya li ser jiyana sivîlan tawaneke li dijî hemû nirxên exlaqî peymanên û navneteweyî ye.”

MSD`ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku armanca vê êrişê belavkirina tirsê ya di nava pêkhateyên Sûriyeyê de ye.

MSD’ê "ev kiryara qirêj" şermezar kir û got: "Lihevhatina nîştimanî û hevkariya rasteqîn ya di navbera hemû hêzên Sûriyeyê de dikare bibe egera avakirina Sûriyeyeke ewle û aram.”

Her wiha MSD`ê ji bo malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest.