YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir

YPG'ê ragihand, di qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê de 6 hevrêyên wan di navbera 20-24'ê Gulanê de şehîd bûne. Şervanek jî li bajarê Til Temirê, dema bi erk û wezîfeya xwe radibû, ji ber krîza dil şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê de her bi pêş ve diçin û di navbera wan û navenda bajarê Reqayê de tenê 2 kîlometre mane.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di şerê ku ji 20 heta 24'ê Gulanê dewam kiriye, şeş hevrêyên me bi lehengî şer kirin û tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Her wiha hevalê me Bedirxan ku di 24'ê Gulanê li bajarê Til Temir li ser erk û peywira xwe bû di encama krîza dil de gihîştiye şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di serî de ji malbatên şehîdan, ji hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin û bi wê yekê soza azadî û biratiya gelan careke din dubare dikin.

Nasnemeya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Aram Tîgran

Nav paşnav: Cîhangîr Akbulak

Navê Dayikê: Delîla

Navê Bav: Cafer

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 24 Gulan 2017

Nasnav: Bedirxan

Nav paşnav: Elî Bedirxan

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Hemê

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir 

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir 24 Gulan 2017

Nasnav: Brûsk Riha

Nav paşnav: Ibrahîm Kirmizi

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mûslûm

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 24 Gulan 2017

Nasnav: Çiya Serhed

Nav paşnav: Mehmet Emîn Bîngol

Navê Dayikê: Hediye

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 22 Gulan 2017

Nasnav: Delîl Şikakî 

Nav paşnav: Revan Omer

Navê Dayikê: Emîra

Navê Bav: Ebdulrehman

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 20 Gulan 2017

Nasnav: Ozgur Amed

Nav paşnav: Gulîstan Olçer

Navê Dayikê: Arzu

Navê Bav: Kadrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 24 Gulan 2017