Li Qamişloyê ji bo Ocalan meşa bi meşale

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî meşaleyî hate lidarxistin.

Di bin durişmeya ʺWelat welatê me ye û tolhildan soza meyeʺ de bi sedan ciwanên Rojava li bajarê Qamişlo meşeke bi meşaleyan lidarxistin. Ciwanan di meşê de doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û tecrîda ku ji aliyê desthiladarên Tirk ve hatiye ferzkirin şermezar kirin. Ciwanan soz da ku wê heta rizgarkirinê tekoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.

Meş bi beşdarbûna sedan endamên YCR, Ciwanên PYD û sedan kesî ve pêk hat, ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo destpê kir.

Ciwanên ku meşele di desê wan de hebû, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ`ê rakiribûn, her wiha bê navber durişmeyên dilsoziya bi Ocalan beriz dikirin. Meşvanan siyasetên hikûmeta Tirkiyê û PDKʹê jî şermezar kirin.

Meşvanan di kolanên sereke re meşiyan û heta Taxa Hilêliyê meşava xwe dewam kirin û li pêşiya navenda Ciwanan a li taxê dawî li meşê anîn.

Li vir meşvan kom bûn û axaftin hatin kirin. Piştre Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR)Agirî Qamişlo axivî û wiha got: ʺDewleta Tirk bi salane zilmê li ser gelê Kurd dide meşandin. Li dijî hemû êrîşan em ê bi vîn û berxwedanê hemû êrîşên dewleta Tirk bişkînin.”.

Agirî diyar kir ku ciwan dê asta têkoşîna xwe li dijî faşîzma Tirk û APK`ê bilind bikin û wiha got: ʺ Bila Erdogan zanibe ku gelê kurd li hemberî kiryarên wî bê deng namîne.ʺ

Agirî destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya siyasetên xwe û ferzkirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze derbeyê li Projeya Demokratîk a Ocalan ku gelên Rojava û Bakurê Sûriyê pêkanîne, bide. Her wiha dixwaze bi vê yekê desthilatdariya xwe li herêmê bike û fîtneyê di navbera pêkhateyan de bafrîne.

Agirî Qamişlo di dawiya axaftna xwe de diyar kir ku ew wek ciwanan wê her tim li ser rêya Şehîdên Rojava û giştî Kurdistanê bi meşin û tevahî dijminan li ser xaka Rojava derbixin.

Meş bi qêrîna durişmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi dawî bû.