Hevserokatiya Federal: Meha Remezanê li hemû alema Îslamê pîroz be

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê, bi boneya hatina meha Remezanê peyamek weşand û got: “Ev meh, meha xêr û hezkirinê ye, bang li hemû misilmanan dikin ku li dijî dijminê mirovahiyê û ola Îslamê têkoşînê bikin.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê di peyama xwe de diyar kir ku hêvî dikin ku ev meh bibe wesîleya aştî, wekhevî, aramî û biratiya gelan.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ″Em meha rojiyê li hemû cîhana misilman pîroz dikin. Meha rojiyê, meha xêr û hezkirinê ye û şer kirin di vê mehê de guneh e. Di vê mehê de gelên misilman gelek xêran dikin, alîkariya belengazan dikin.

Lê dijminên îslamê (di serî de çeteyên DAIŞ′ê) hewl didin vê mehê veguherînin meha kuştin û xerakirinê. Ji ber vê yekê divê her misilmanek cewherê vê biparêze û li hember hemû kesên ku dixwazin vê cewherê reş bikin, têbikoşe.

Projeya me ya Federal, li ser nirxên biratiya gelan, wekhevî û edaleta di navbera hemû gelan de(bê ku li ser esasê reng, netew û olê ti cudahî bikeve navbera wan) hatiye avakirin.

Bi boneya meha rojiyê, em bang li hemû misilmanan dikin ku li hember dijminên mirovahiyê û ola îslamê têbikoşin.

Careke din em meha rojiyê li hemû gelên misilman pîroz dikin û hêvî dikin ku ev meh, bibe meha xêr, bereket, aştî û aramiyê.”