Nêzî 2 hezar u 240 koçberên din jî xwe gihandin Efrînê
Nêzî 2 hezar û 240 koçberên din ên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê û Tirkan ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê reviyan xwe gihandin Kantona Efrînê.
Nêzî 2 hezar û 240 koçberên din ên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê û Tirkan ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê reviyan xwe gihandin Kantona Efrînê.
Rojne bi sedan koçberên ji herêmên din bin dagirkeriya dewleta Tikr û çeteyên DAIŞ`ê de, berê xwe didin Kantona Efrînên.
Di nava 2 rojên dawî de, 2 hezar û 240 koçber ji herêmên” Ezaz, Cerablûs, Dêr Hafir, Meskene, Bab, Soran, Reqa, Bokemal û Tedmûr” û ji herêmên din ên Sûriyeyê, xwe gihandin Kantona Efrînê.
Koçber di deriyê rojhilat ê kantonê de, di gundê Qitmê ya navçeya Şera re derbasî kantonê bûn.