YPG’ê nasnameya 7 şervanan eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqa yên dîrokên 19’ê Tebax heta 5’ê Îlonê de şehîd bûne, eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqa yên dîrokên 19’ê Tebax heta 5’ê Îlonê de şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasanmeya 7 şervanên YPG’ê yên li dîrokên cuda de li Reqayê şehîd bûne eşekere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:
“Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de pêşveçûyînên şervanan didome. Li çar aliyên bajarê Reqayê ku ji aliyê şervanan ve hatiye dorpêçkirin rojane li ser çeteyên DAIŞ’ê operasyon tê lidarxistin û derbên giran li çeteyan tên dayîn. Her wiha ji bo rizgarkirina sivîlên ku di destê çeteyan de asê mane jî operasyonên taybet tên lidarxistin û ji bo rizgarkirina sivîlan û bajarê Reqayê, bedelên giran tên dayîn.
Di navbera 19’ê Tebaxê û 5’ê Îlonê de 7 şervanên me di oxira rizgarkirina sivîlan û bajarê Reqayê ji tarîtiyê rizgar bikin li hember çeteyan tekoşînekî bêhempa meşandin bi qehremanî şehîd bûne.
Em wek YPG û YPJ di şexsê şehîdên pêngava dîrokî de hemû şehîdên me yên qehreman bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin. Ji bo tunebuna terorîzma li ser Rojava û Suriyeyê bi dawî bibe bedelê wî çi dibe bila bibe heya dawî têbikoşin.
Nasnameyên şervanên ku şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Azad Oca
Nav û Paşnav: Elî El Sîra
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayibûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 29 Tebax 2017
***
Nasnav: Hecî Çavreş
Nav û Paşnav: Hisên Libî
Navê Dayikê: Edle
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayibûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Îlon 2017
***
Nasnav: Lezgîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Xesan Hacirî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayibûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Îlon 2017
***
Nasnav: Mizhir El Ebdulah
Nav û Paşnav: Mizhir Elî Ebdulah
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayibûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 19 Tebax 2017
***
Nasnav: Qusey Kerama
Nav û Paşnav: Qusey Derwîş
Navê Dayikê: Sîham
Navê Bav: Hisên
Cihê Jidayibûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 2 Îlon 2017
***
Nasnav: Raman Qamişlo
Nav û Paşnav: Cemal Murad Hesen
Navê Dayikê: Roşen
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayibûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 5 Îlon 2017
***
Nasnav: Seydo Qamişlo
Nav û Paşnav: Ronî Silêman
Navê Dayikê: Mizgîn
Navê Bav: Ridwan
Cihê Jidayibûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Îlon 2017