Li sê taxên Reqayê şer giran e: 11 çete hatin kuştin

Li taxên Emîn, Nehda û Tekene yên Reqayê şerekî giran diqewime. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin. Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate destpêkirin, di roja 94'an de ye.

Di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çeteyên DAIŞ'ê de li navenda Reqayê şerekî giran diqewime. Şer li taxên Emîn û Tekene yên li navenda bajêr û li taxa Nehda ya li rojavayê Reqayê giran e. Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.

Çeteyên li taxa Emîn asê mane, ji bo xwe ji vê dorpêçiyê xilas bikin êrîşî çeperên şervanên QSD'ê kirin. Ji çeteyên êrîşî mewziyên şervanan kirin, 11 çete hatin kuştin.

Li navend û rojavayê bajêr, şerê navbera şervanan û çeteyan dewam dike.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê roja 6'ê Hezîranê dest pê kiribû û heta niha zêdeyî nîvê bajêr ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatiye kontrolkirin.