Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê Pêngava 'Bagera Cizîrê' ragihand
Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê ragihand ku ji bo rizgarkirina rojhilatê Firatê û paqijkirina bejahiya rojhilat a Dêra Zorê, Pêngava 'Bagera Cizîrê' dest pê kiriye.
Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê ragihand ku ji bo rizgarkirina rojhilatê Firatê û paqijkirina bejahiya rojhilat a Dêra Zorê, Pêngava 'Bagera Cizîrê' dest pê kiriye.
Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê bi civîneke çapemenî ku li gundê Ebû Fas ê girêdayî navçeya Şedadê yê başûrê Hesekê hate lidarxistin de, Pêngava Bagera Cizîrê ragihand.
Di civîna çapemeniyê de Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê, Fermandarên QSD’ê û gelek dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî yê Dêrzorê Ehmed Ebû Xewla ve hate xwendin
Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê wiha ye:
“Em bi navê Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê mizgîniya destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina axa mayî ji Cizîra Sûriyeyê û rojhilatê Firatê ji terorê û paqijkirina bejahiya rojhilat a Dêrzorê radigihînin.
Di demeke ku xetên parastinê yên DAIŞ`ê tên şikandin û dawiya rêxistina terorê li bajarê Reqayê hatiye û Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) destanên lehengî û fedayê dinivîsînin û dikaribûn sedî 70 ji bajar rizgar bikirina, çeteyên DAIŞ`ê hewl dide êrîşe herêmên Şedadê û bejahiya rojhilat a Dêra Zorê bike, da ku bi hewildaneke binkeftî moralên hêzên xwe li Reqayê bilind bike. Ji ber vê yekê jî, em wekî Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê me dest bi vê pêngava ku bi rihê berpirsyartî em piştgirî bidin biryarên xwe yên li Reqa û erka xwe ya li hemberî gelê xwe yê Cizîra Sûriyê bi giştî û taybet bejahiya Dêrzorê ku li benda vê kêliya dîrokî ne pêk bînin, kir.
Bi vê wesîleya girîng em bang li gelê xwe yê li herêmê dikin ku derdora hêza me kom bibin û tevlî hêza me bibin, da ku terorê tesfiye bikin û gelê xwe ji zilmê xelas bikin. Di heman demê de, em bang li gelê xwe dikin ku dûrî navendên teroran bikevin da ku zerar negihêje wan û em teqez dikin ku em ê bi hemû hewldanên xwe bikin da ku sivîl tu zerarê nebînin û em ê wan bigihîjînin cihên bi ewle.
Di heman demê de, ji bo piştgirî û beşdarbûna QSD`ê di pêngavê de em wan silav dikin û li ser destekdayîna asîmanî û bejahî em spasiya Koalîsyona Navneteweyî dikin.
Moralên hêzên me bilind in û ji bo pêkanîna serkeftinê ew amade ne.”