Cenazeyên 5 şehîdan li Tebqayê hatin veşartin
Welatiyên Tebqa, Cirniyê, Mehmûdlî û Ceberê cenazeyên 5 şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.
Welatiyên Tebqa, Cirniyê, Mehmûdlî û Ceberê cenazeyên 5 şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.
Şervanên QSD'ê Cûma Mustefa (Cuma), Mihemed Ibrhîm (Qeleb Esed), Elî El-Mehmûd (Elî Cirniyê), Mihemed (Ebo Tefiş) û Îbrahîm El-Şam (Ibrahîm Reqa), di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn.
Karwanê şehîdan ku ji Kobanê bi rêket, danê êvarê gihîşt Tebqayê. Di pêşwazîkirina karwanê şehîdan de li bakurê Tebqayê bi sedan welatiyên Cirniyê, Mehmûdlî û Ceberê li hev civiyan.
Piştî ku karwanê şehîdan di kolanên sereke yên bajêr re derbas bû, gihîşt goristana şehîdan a Tebqayê. Li vir welatiyan bê navber dirûşma "Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" qîriyan.
Li dû merasîma leşkerî ya hêzên Erka Xweparastinê, ji fermandarên QSD'ê Ûmîd Kayar axivî û destnîşan kir ku bi saya şehîdan îro li ser vê axê jiyaneke bi ewle û rûmet heye.
Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemî jî diyar kir, ku ji bo rizgarkirina welat gel li ber xwe dide û di oxira vê de jî rojane şehîdan dide.
Serokê Meclîsa Lihevanînê Şêx Hamid Ferec got, şahadet tiştekî pir mezin û pîroz e û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Piştî axaftinê, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û li ber darbestên şehîdan nimêj hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên şehîdan li ber dirûşman hatin veşartin.