Li Reqayê şervanên QSD’ê pêşve diçin: 30 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê li 3 taxên Reqayê bi bêş ve diçin. Di şerê hê jî li her 3 taxan dewam dike de 30 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê li 3 taxên Reqayê bi bêş ve diçin. Di şerê hê jî li her 3 taxan dewam dike de 30 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di meha çaremîn de bi hemû leza xwe dewam dike. Li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê, her wiha li taxa Mensur û El-Sekne yên navendên bajarê Reqayê, şerê giran rû didin.
Şervanên QSD`ê di her sê taxên navborî de bi pêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê didin. Di şerê li her sê taxan hê dewam dike de, 30 çeteyên DAIŞ`ê hatin kurşin. Ji çeteyên hatin kuştin 11 jê di wesayîteke leşkerî ya li taxa Menûr bûn.
Her wiha li taxa Mensur depoyekî cebilxane û panzêreke çeteyan, kete destê şervanên QSD`ê.