Li rojhilat û rojavayê Reqayê şer, 39 çete hatin kuştin
Di şerê li taxên Nûr û Mensûr de 39 çete hatin kuştin û çeteyek ji sax hate girtin.
Di şerê li taxên Nûr û Mensûr de 39 çete hatin kuştin û çeteyek ji sax hate girtin.
Şevê din çeteyên DAIŞ′ê êrîşî taxa Nûr a dikeve rojavayê bajêr kirin. Êrîş rastî bersivdayîna şervanên QSD′ê hat, şerekî dijwar rû da, çend saetan dom kir û di encamê de 21 çete hatin kuştin ( di nav de du sekvan). Her wiha çeteyekî ku xwe bombe kiribû jî tevî çekan, xwe radestî şervanan kir.
Îro di saetên piştî nîvro de jî, li eniya rojhilatê bajêr li taxa Mensûr û derdora çerxerêya Neîm şer derket û hê didome. Di encamê de 18 çete hatin kuştin û çeka çeteyan a hawanê hat rûxandin.
Li eniyên rojhilat û rojava yên bajêr şer didome.