Cenazeyên 5 şehîdan bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Welatiyên bajarê bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê, cenazeyê 5 şehîdên YPG û Asayîşê bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawîdiyê veşartin.
Welatiyên bajarê bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê, cenazeyê 5 şehîdên YPG û Asayîşê bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawîdiyê veşartin.
Gel cenazeyên şehîdan Alan Hisên (Zana Hesekê), Tewfîq Bekir (Şiyar Hesekê), Hisên Cewher (Hozan Hesekê) û şehîdên Asayîşê Salih Mizel û Salih El-Ewîd, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawîdiyê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê ve, hate destpêkirin. Piştre jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Ji Rêveberên Hêzên Asayîşê Xelîl Mihemed axivî û bal kişand ser yekbûna gelê herêmê di rizgakirina axê herêmê de.
Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Cizîrê Dijwar Ehmed axivî û anî ziman ku ew bi saya şehîdan îro bi serbilindî li vir dijîn û ji bo pêkanîna xewnên wan pêwîst e gel xwedî li sîstema federaliyê derkeve.
Di berdewamiya merasîmê de, ji Rêveberên Meclîsa Şehîdan Îlham Bekir nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Bi tilîliyên dayikan û dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re,cenazeyê şehîdan hatin veşartin.