Li Girê Spî cenazeyên du şehîdan hatin veşartin
Li Girê Spî cenazeyên Mazin Şiblî û Reşîd Xelîl ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Mehmûd Tume hatin veşartin.
Li Girê Spî cenazeyên Mazin Şiblî û Reşîd Xelîl ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Mehmûd Tume hatin veşartin.
Ji bo merasîma cenazeyên şervanên QSD′ê Mazin Şiblî (Ebû Elî) û Reşîd Xelîl (Ebû Şiyar), bi sedan welatiyên Girê Spî amade bûn, karwanê cangoriyan ji Çerxerêya Elem ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê û alên YPG,YPJ,QSD,YCR û PYD′ê û wêneyên Ocalan bilind kirin.
Di merasîmê de, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Selahedîn Firat, Endama Rêveberiya Kongreya Star Peyman Cûdî, nûnerên Rêveberiya Xweser û Saziyên Sivîl ên bajêr, amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji aliyê şervanên Hêzên Xweparastinê ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah û Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Selahdîn Firat, axivîn.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û hat diyarkirin ku bi saya xwîna şehîdan, li Rojava-Bakurê Sûriyeyê di qadên siyasî û leşkerî de gelek serkeftin hatin bidestxistin. Her wiha soza domandina têkoşînê heta avakirina Sûriyeke Demokratîk û Federal, hat dayîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.