Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê, dîmenên şervanên xwe yên li Pêngava Rizgarkirina Reqayê weşand. Di vî dîmenî de, şervana YPJ'ê Sarîna Bêrîtan li ser rista jinê ya di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de axivî.
Bêrîtan dibêje heta niha YPJ li Rojava û Bakurê Sûriyê tevlî nav gelek pêngavan bûne, lê pêgava Reqayê ji hemû pêngavên din cudatir e. Bêrîtan sedema wê jî dibêje ku Reqa ji ber ku 'paytext'a DAIŞ’ê bû Pêngava Rizgarkirina Reqayê cudatir e.
Bêrîtan diyar dike li Reqayê ji ber ku êşkence û zext û zordariya li ser jinê zêdetir bû, jin hê bêhtir tevlî nava pêngavê bûne got, "Bi vê yekê re YPJ hewl didin jinên ku di destê DAIŞ’ê de dîl girtîne rizgar bike. Jina ku li Reqayê DAIŞ’ê ew xistiye, ew dixwazin bi destê wan bigirin û wan rakin û di vê armancê de ew ê bi ser jî bikevin."
Şervana YPJ’ê Sarîna Bêrîtan diyar dike, şervanên jin ên YPJ’ê di Pêngava Reqayê de pirhêlî ye û tîne ziman, ku ew hem di koordîneya şer de, hem di berpirsyarbûnê de, di êrîşan de xwedî ristekî girîng in. Bêrîtan wiha dewam dike: "Şervanên YPJ’ê weke pêşengên civakê derketin pêş. Ev jî bi re moralek çêkir. Em dixwazin li ser vê xeta rizgarî û pêşengiya jinê rista xwe qeyîmtir bikin. Mirov çi qasî bi pêşengbûnê rabe bandora xwe li ser her mirovî dike."
Bêrîtan herî dawî dibêje, piştî ku Reqa hate rizgarkirin ew dixwazin jin û gelê Reqayê xwedî li vê jiyanê derkeve ku bi berdêl û têkoşîneke mezin ava bûye."