Cenazeyê şehîd Ebû Zeyneb hate veşartin

Bi dehan welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê şehîd Ebas Siwêd (Ebû Zeyneb) ê ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibû, li Goristana şehîdan a bajarê Tebqayê, veşartin.

Cenazê şehîd roja pêncşemê ji Kantona Kobanê ya herêma Firatê gihîşt Tebqaya azad. Li Tabqayê endamên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Meclîsa Lihevanînê ya Rûspiyan, rûspî û fermandarên QSD`ê beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Piştî karwanê cenazeyê şehîd gihişt goristanê li vir li gel deqeyek rêzgirtinê merasîmek hate lidarxistin. Piştre Endamê Fermandariya QSD`ê Şedadî Reqa axivî û got ku şehîd pêşengên civakê ne û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di merasîmê de her wiha Cîgira Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Asiya EL-Xerbî axivî û got: ʺŞehîd rêya gelan ronî dikin, şehîdan mirin kirin para xwe û azadî ji civakê re pêk anîn. Wan rêya me ronî kiriye, em ê heta dawî şopdarên rêya wan bin.ʺ

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawaiya merasîmê de girseya gel canezyê şehîd bi diurşmeyan ve veşartin.