Cenazeyên 4 şehîdan li Kerameyê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê yên li Reqayê di pêngava rizgarkirina bajêr de şehîd bûn, li bajarokê Kerameyê yê Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê yên li Reqayê di pêngava rizgarkirina bajêr de şehîd bûn, li bajarokê Kerameyê yê Reqayê hatin veşartin.
Şervanên QSD'ê Mezher Alî Abdullah, Alî El-Sîre (Azad Oce), Qusey Derwîş, Îbrahîm Ciwan (Ebû Iskender) di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn. Şêniyên bajarokê Kerame, cenazeyên 4 şehîdan ji Saziya Malbata Şehîdan girtin û birin Goristana Şehîd Sêvdar û Memo ya li bajarokê Kerameyê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.
Merasîmê bi rêzgirtina leşkerî ku şervanên YPJ/YPG û Hêzên Ewlehiya Hundirîn tevlî bibûn dest pê kir.
Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Nûjîn Efrîn û endamê Rêveberiya Ewlehiya Hundirîn Casim Silêman di merasîmê de axivîn. Qisekeran gotin bi saya cangoriyan xaka welat ji çeteyan rizgar dibe.
Di dewama merasîmê de nasnameya 4 şehîdan ji aliyê endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Nebîh Mûsa ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên her 4 şervanan bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" hatin veşartin.