'Bagera Cizîrê' wê çi bi xwe re bîne? -ANALÎZ

Bêguman bi temambûna vê pêngavê û gihandina encama wê rêjeyek mezin ji xaka Sûriyê têkeve bin kontrola QSD'ê. Ev jî tê wê wateyê ku ev hêz di avakirina Sûriya nû de wê aktoreke sereke be.

Meclîsa leşkerî ya Dêra Zorê duh (9'ê Îlona 2017) Pêngava "Bagera Cizîrê " ragihand û li gorî meclisê armanca wê, rizgarkirina devera mayî ji herêma Cizîrê û gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ango rojhilatê çemê Feratê ye.

GIRÎNGIYA PÊNGAVÊ

Ev herêma ku QSD`ê ango Meclisa leşkerî ya Dêra Zorê dixwaze rizgar bike li milê başûrê rojavayê Cizîrê dikeve ye û ev dever gelek caran bibû navenda amadekirina êrîşên bi ser herêma Cizîrê, nexasim xetên sînorî wekî bajarê Şedadê û navçeyên girêdayî wê lewre bi vê rizgarkirinê re wê ewlehiya vê herêmê têkeve garantiyê.

Ji aliyekî din ve û piştî pêşketina şervanên QSD`ê di bajarê Reqayê de ku niha nêzî 70 ji sedî di bin kontrola şervanan de û seet bi seet çembera wan a bi ser çeteyan ve teng dibe, çete jî ji bo şikandina vê çemberê gelek caran ji derve piştgirî ji wan re hatiye û êrîşên berfireh bi ser çeperên QSD'ê de birin. Lewma rizgarkirina vê herêmê re wê lezbûnekê bide pêngava "Cenga Mezin" a rizgarkirina Reqayê. Herwiha aramiya sivîlên li wê herêmê bêhtir têkeve garantiyê de .

Beşek ji herêmên bûne armanca vê pêngavê, deverên girêdayî parêzgeha Dêra Zorê ne. Ev jî tê wê wateyê ku QSD'ê di nava vê parzgehê de jî pêş dikeve. Piştî ku li gelek parêzgehên din ên Sûriyeyê (eger wekî sînorê îdarî yê berê em bigrin ber çav) pêş ketiye.

GIRÎNGIYA HERÊMÊ

Ji xwe dema mirov dibêje Firat, jiyan tê bîra mirov ku di her dema dîrokê de av çavkaniya jiyanê bû. Ev herêmê jî bi dewlemendiya ava xwe bû qada çandiniyê. Pê re  bû qada pêşketina bazirganiyê jî.

Li aliyê din girtina vê herêmê ji aliyê QSD'ê ve, wê digihîne sînorê Iraqê û di heman demê rêjeya di bin kontrola wê de jî zêde dike.

HÊZÊN BEŞDAR

Serkêşiya vê Pêngavê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê dike. Ev Meclîsa ku demek beriya niha hatibû damezrandin û beşdarî gelek pêngavên din bû, weke pêngava rizgarkirina Minbicê her wiha beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê jî bû. Ew jî hejmarek ji Zarokên Dêra Zorê ne ku ji ber zilma rejîma Baesê û çeteyên DAIŞ'ê neçarî derketina ji cih û warên xwe bûne û xwe li hin deverên din ên rizgarkirî bi rêxistin kirine û niha jî xaka xwe rizgar dikin.

Li aliyê din şervanên YPG,YPJ'ê yên di bin sîwana QSD`ê de cihê xwe di vê pêngavê de digrin.

REJÎM JÎ BI PÊŞ DIKEVE

Li aliyê din ê Dêra Zorê ango gundewarên başûrê Reqayê, rejîma Baes û alîgirên xwe bi desteka hewayî ya Rûsî bi pêş dikevin û beşek ji herêma rojhilatê firatê girtine. Fermandarên QSD'ê derbarê wê pêşketinê de gotin kîjan alî deverekê ji terorê rizgar bike baş e lê eger kîjan alî berê çekê xwe bide çeperên wan, ew ê bersiva wê jî bibînin. Ango eger rejîmê xwest bi QSD'ê re şer bike wê QSD'ê wekî mafekî xwe yê parastina rewa bersiv bide.

ENCAM

Bi pêngava hemleya Reqayê re gelek çavdêran gotin aloziya Sûriyeyê ber bi dawî ve diçe û êdî wê asoya Sûriyeya siberojê xuya bike. Bêguman bi temambûna vê pêngavê û gihandina encama wê rêjeyek mezin ji xaka Sûriyê têkeve bin kontrola QSD'ê. Ev jî tê wê wateyê ku ev hêz di avakirina Sûriya nû de wê aktoreke sereke be.