Zanîngeha Reqayê êdî azad e!

Li Reqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) lê serdest e, zanîngeha bajêr hate rizgarkirin. Zanîngeh ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû girtin û piştî 5 salan şervanên YPJ'ê ketin nava zanîngehê.

"Cenga Mezin" a şervanên QSD'ê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin, di roja 95'an de ye. Şerê navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê li navenda bajêr diqewime. Şervanên QSD'ê li eniyên rojhilat û rojava her bi pêş ve diçin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi qasî 70 ji sedî yê bajêr kontrol kirine. Zanîngeha Reqayê ya li aliyê rojhilat jî hate rizgarkirin.

PIŞTÎ 5 SALAN

Yek ji avahiyên ku şopên giran ên dagirkeriya 5 salan li ser heye, Zanîngeha Reqayê ye ku li navena bajêr e. Piştî 5 salan cara yekemîn dîmenê zanîngehê hate kişandin. DAIŞ, ku dijminê zanistî û ronakbîriyê ye, piştî ku Reqa dagir kir, hebû dibistanên li bajêr girt û qedexe kir.

DAIŞ'ê, tevî gelek dibistanên seretayî û lîse yên li navenda bajêr, zanîngeh jî girt û ev der ji xwe re weke cihê komkirina xenîmetan bi kar anî. Li ser deriyê zanîngehê, bi zimanê Erebî nivîsa "Navenda berhevkirina xenîmetan" hatiye nivîsandin. Şêniyên Reqayê jî dibêjin ku DAIŞ'ê zanîngeh bi vê armancê bi kar dianî. Zanîngeh xwedî kampuseke mezin e. Piştî rizgarkirinê, yên ku ewilî xwe gihand vî cihî şervanên YPJ'ê bû. Di nava van şervanan de yên ku berê li vê zanîngehê xwendine jî hebûn.

WÊNEYÊ ESAD Ê DI NAVA ŞOPA DAIŞ'Ê DE

Mase û kursiyên li dibistanê li cihekî ber dibistanê hatine komkirin. Li ser textan jî navên eşyayên DAIŞ'ê tên nivîsandin. Li gelek deverên avahiya zanîngehê wêneyên ala DAIŞ'ê hatine xêzkirin. Li dîwarê ber deriyê zanîngehê jî hin wêne hene. Li yek ji van wêneyan; li ser neşxeya Sûriyeyê sûretê mirovekî tê dîtin. Li ser wêneyekî jî zarokekî ku çente li piştê heye, ku wêneyê çekê xêz dike. Li dîwarê ku rûyê tarî yê DAIŞ'ê hatiye xêzkirin, detayek balê dikişîne; Wêneyê Beşar Esad heye.

MIZGEFT HILWEŞANDIYE

Li kampusa zanîngehê ku ji dehan avahiyan pêk tê, avahiyên fakulteyê jî ji şer zerar dîtine. Wesayitên bombebarkirî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine amadekirin, hê li dora zanîngehê ne. Tabelaya zanîngehê ji bilî çend xêzikan hê mîna xwe ye. Li pêşberî zanîngeha ji avahiyên zer pêk tê, mizgefteke mezin a Şîa hebû. Mizgefta Veysel Karanî, piştî ku DAIŞ'ê bajar dagir kir hate teqandin û hilweşandin.

10 HEZAR XWENDEKARAN LÊ DIXWEND

Zanîngeha Reqayê sala 2004'an ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye avakirin. Bi qasî 10 hezar xwendekaran lê dixwendin. Li zanîngehê tevî dermançêkerî, endezyarî, matematîk, hiqûqt, aborî û wêjeya Ereb bi dehan fakulte hebû. Her sal bi sedan xwendekar jê mezûn dibûn. Pêwendiya xwe bi gelek zanîngehên li qada navneteweyî hebû.