Çeteyên ku Şehba dagir kirine bi hev ketin

Li bajarokê Exterîn ê Şehbayê, çeteyên Sûltan Mûrat û Firka Hamza dîsa bi hev ketin. Tê gotin, ji ber ku koma Sûltan Mûrat a li ber dilê dewleta Tirk xwest li herêmê serdest bibe, ev şer qewimiye.

Li bajarokê Exterîn ê Şehbayê, ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, komên çete dîsa bi hev ketin. Li gundê Bahverte yê ser bi bajarokê Exterîn ê Ezazê, roja 7'ê Îlonê di navbera çeteyên Sûltan Mûrat û Firka Hamza de şerekî dijwar qewimî.

Têkildarî hejmara mirî û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket. Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatin ragihandin, her du komên çete li ser mijara serdestiya nuqteya kontrolê ya li ser pira Bahverte li hev nekirine û şer ji ber vê yekê derketiye.

Koma çete ya bi navê Sûltan Mûrat, ku koma sereke ya li ber dilê dewleta Tirk e, piraniya çeteyên wê ji endamên MÎT'ê pêk tê û zilmeke giran li gelên herêmê dike. Di navbera komên çete yên Sûltan Mûrat û Firka Hamza de berê jî şer qewimî bû.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, dewleta Tirk bi destê çeteyên Sûltan Mûrat hewl dide komên din ên çete yên bi her awayî pê ve ne girêdayî ye tasfiye bike û Firka Hamza jî ji ber vê yekê kiriye hedef.