Meclîsa Sivîl a Reqa: Xwe ji navendê DAIŞ’ê dûr bigirin
Meclîsa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê bang li welatiyên li Reqayê kir ku xwe ji navnedên çeteyên DAIŞ’ê û herêmên şer dûr bigirin.
Meclîsa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê bang li welatiyên li Reqayê kir ku xwe ji navnedên çeteyên DAIŞ’ê û herêmên şer dûr bigirin.
Di operasyona ‘Cenga Mezin’ a pêngava rizgarikina Reqayê ya ji çeteyên DAIŞ’ê de heta niha şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hezaran welatiyên sivîl ji nava lepên çeteyan derxistine. Gelek caran ji ber bikaranîna sivîlan a weke mertalên zindî pêngava rizgarkirinê direng bi pêş ve diçe. Têkildrî vê mijarê Meclîsa Sivîl a Reqayê daxuyaniyek da û bang li welatiyan kir ku xwe ji navendên DAIŞ’ê û cihên şer dûr bixin.
Şêxê Eşîra El-Boxemîs Hisên Reşîd ê daxuyanî da destnîşan kir ku wan berê ji sivîlên Reqayê xwestiye ku bajar derkevin, ji ber hebûna wan di bajar de, dibe sedema ku şehîdên sivîl û şehîdên hêzên rizgarkirî, zêde çêbin.
Reşîd di dewam daxuyaniyê de ev tişt got: “Em careke din bang li gelê xwe yê Reqayê dikin ku di malên xwe de bin û bi saetên şev derkevin derve, da ku nebin metral di destê DAIŞ`ê de û li benda firsendekê bin ku werin rizgar kirin”.
Şêxê Eşîra El-Boxemîs Reşîd, ji QSD û hêzên asmanî ku ji bo rizgarkirina Reqa piştgirî dikin xwest ku bi awayekî çalak tevbigerin da ku bajar bi tevahî werê rizgarkirin.
Reşîd di dawî de ev got: “Em ji gelê xwe dixwazin ku derewên ku dibêjin hêzên rizgarkirî zerarê dighêjîne sivîlan, bawer nekin û bila her kes zanebe ku derengmayîna pêngavê ji ber ku hêzên rizgarkirî ji bo jiyan û mal û milkên sivîlan, bi baldarî tev diger”.