Li kampa Eyn Îsayê amadekarî ji bo zivistanê tê kirin
Li kampa Eyn Îsayê, ku bi deh hezaran penaber lê vehewiyane, ji bo koçber mexdûr nebin amadekarî ji zivistanê re tê kirin. Hevserokê kampê Eyaş got, pêwîstiya wan bi doktoran heye.
Li kampa Eyn Îsayê, ku bi deh hezaran penaber lê vehewiyane, ji bo koçber mexdûr nebin amadekarî ji zivistanê re tê kirin. Hevserokê kampê Eyaş got, pêwîstiya wan bi doktoran heye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku zêdeyî sê meh in ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê operasyonan dikin, li gel paqijkirina bajêr ji çeteyan, bi rêya tîmên xwe yên taybet sivîlan ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar dikin.
Sivîlên tên rizgarkirin, li gorî daxwaza wan li herêmên rizgarkirî tên bicihkirin. Piraniya van sivîlan li gundên nêzî Reqayê bi cih dibin.
Gelek ji sivîlên bêçare jî, berê xwe didin kampa Eyn Îsayê. Ev kamp ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hatiye avakirin û zêdeyî hezar kon lê hatine vedan. Bi deh hezaran koçber li vir dijîn. Kamp bi rengekî rêk û pêk tê bi rê ve birin û sazî û rêxistinên cur be cur alîkariyê li vir belav dikin.
PÊWÎSTÎ BI DOKTORAN HEYE
Hevserokê kampê Celal Eyaş ji me re qala rewşa kampê kir. Eyaş bi bîr xist, ku kêmasiyên li kampê pir in û pêwîstî bi doktoran heye. Celal Eyaş got, "Rewşa kampê pir hatiye guhertin. Niha baş bûye. Lê tevî vê yekê jî kêmasî hene. Ji ber ku heta niha rewşa hewayê germ e. Lê ji niha û pê ve wê bicemide û zivistan bê."
Bi rojane koçber tên vê kampê, her wiha bi rojane yên jê derdikevin jî hene. Ji ber ku gelek koçber vedigerin gundên xwe yan jî diçin gel xizmên xwe.
Li kampê niha amadekarî ji bo zivistanê tê kirin.