Bi hezaran welatiyên Kantona Qamişalo cenazeyên Endamê Hêzên Asayîşê Remedan Şemdîn û şervanên YPG′ê Xesan Hacirî (Lezgîn Qamişlo), Cemal Murad Hesen (Raman Qamişlo), Ronî Ridwan Silêman (Seydo Qamişlo) ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Girseya gel wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan û alên YPG/YPJ′ê, hildan.
Piştî ku cenazeyên cangoriyan hatin wergirtin, welatî ber bi Goristana Delîl Sarûxan ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.
Piştre Hevseroka Desteya Kar û Barên Şehîdan Fatma Tahir axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm jî axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê rêya rûmet û azadiyê hilbijart û bi hezaran şehîd dan. Selûm wiha got: ″Serketftinên ku hatin bidestxistin, bi saya yekîtî û hevgirtina gelên herêmê û fedekariya têkoşerên azadiyê bûn. Divê gel xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û beşdarî hilbijartinên Komînan bibin, da Sîstema Federal bi ser bikeve.″
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê û bavê şehîd Egîd Sarûxan, Ebdulkerîm Sarûxan got ku şehîdên azadiyê, şehîdên gel û welat in. Sarûxan got: ″Her çiqas em bedel û şehîdan bidin, em ê deyindarên Rêberê xwe û gelê xwe bin. Em amade ne bendelên hê mezintir bidin, da hêviyên şehîdên xwe pêk bînin″.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên cangoriyan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.