YPG’ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, ragihand.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatî weşandin wiha ye;

“Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku bi pêşengtiya QSD’ê dest pê kiribû bênavber didome. Şervan bi rojane pêş ve diçin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Pêngava ku sê mehê xwe temam kir û ber bi dawîbûnê ve diçe roj bi roj serkeftinên mezin bi dest xist. Ev serkeftinên ku hatin bidesxistin bi xwîna şehîdan yên ku heya dawî li hember zilm û zordariyê şer kirin. Ji bo bi dawîkirina zilmê û tarîtiyê ku li ser gelê Reqayê hatiye ferzkirin têkoşîna şervanan di asta herî bilind de ye û heya xwîna xwe ya dawî wê têkoşîna wan berdewam bike.

 

Di vê çarçoveyê de 8 rêhevalên me ku bi heman armancî li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û rizgarkirina sivîlan de rolên girîng leyîstin, gihîştin şehadetê. Ji wan du rêhevalên me ku meha Tîrmehê de di operasyona ku li ser çeteyan hatibû lidarxistin û şehîd bûn, bi derengmayîna îlankirina şehadeta wan destpêkê ji malbatên wan û gelê me yê welatparêz re lêborînê dixwazin.

 

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin. Em ê heya dawî li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin û serkeftinê bi dest bixin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Begdaş Qamişlo

Nav û Paşnav: Basil El Selim

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 28 Tîrmeh 2017

 ***

Nasnav: Ciwan Tirbespiyê

Nav û Paşnav: Elî Ebêd

Navê Dayikê: Fereh

Navê Bav: Hemada

Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Îlon 2017

 ***

Nasnav: Delîl Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebdilkerîm Elewî

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Îlon 2017

 ***

Nasnav: Hozan Hesekê

Nav û Paşnav: Hisên El Cewher

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 7 Îlon 2017

 ***

Nasnav: Mazlum Şedadê

Nav û Paşnav: Hisên Sewadî

Navê Dayikê: Tifla

Navê Bav: Îd

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Îlon 2017

 ***

Nasnav: Şiyar Hesekê

Nav û Paşnav: Tewfîq Bekir

Navê Dayikê: Sûriya

Navê Bav: Silêman

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 5 Îlon 2017

 ***

Nasnav: Şoreş Gabar

Nav û Paşnav: Read El Saleh

Navê Dayikê: Ayşa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 28 Tîrmeh 2017

 ***

Nasnav: Zana Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed Hisên

Navê Dayikê: Rebîa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Îlon 2017”