Li taxa Mensûr depoyên cebilxaneyan hatin dîtin

Şervanên QSD′ê li taxa Mensûr a dikeve rojhilatê Reqayê, 3 depoyên cebilxaneyê dîtin.

Şervanên QSD′ê xebatên paqijkirina taxên rojhilatê Reqayê yên rizgarkirî didomînin. Di vê çarçoveyê de şervanan li taxa Menûra 3 depoyên ceblixaneyê yên çeteyên DAIŞ′ê dîtin.

Di depoyan de hejmareke mezin ji çeka doçika û çekên giran hene. Di derbarê vê yekê de şervanê bi navê Zinar Minbic diyar kir ku li vê taxê depoyên din ên çekan hene, lê ji ber domandina şer û topbaranê, nikarin xwe bigihîninê.

Pêşveçûna şervanan li taxê didome û çete ber bi taxên navenda bajêr ve paşve vedigerin.