Meclîsa Gel a Sivîl a Dêrazorê tê avakirin
Ji bo avakirina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Komîteya Amadekar tê avakirin.
Ji bo avakirina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Komîteya Amadekar tê avakirin.
Piştî ku Meclîsa Dêrazorê Pêngava Bagera Cizîrê da destpêkirin, rûspî û şêxên eşîrên herêmê jî dest bi amadekariya avakirina meclîsa xwe ya sivîl kirin. Têkildarî mijarê rûspiyan û şêxên eşîrên Dêrazorê di çarçoveya xwe rêxistinkirinê de gavên destpêkê ya avakirina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ragihandin.
Rûspî û şêxên êşîrên Dêrazorê û derdora wê daxuyaniyeke hevpar dan raya giştî.
Li gorî vê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê wê herêmên Dêrazorê ku yên ku ji DAIŞ’ê werin azad kirin, wê bi rêve bibe.
‘WÊ MECLÎS RÊVEBERIYA BAJARAN DEWR BIGIRE’
Daxuyanî wiha ye:
ʺMeclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û QSDʹê Pêngava Bagera Cizîrê da destpêkirin. Ev wekî qonaxa yekem a rizgarkirina bajarê Dêrazorê ji komên çete yên DAIŞʹê ye. Çeteyan di xaka herêmê de gelek tundî û wêranî pêk anîn. Şêniyên wê dane koçberkiri. Şêniyên Dêrezorê ji mafên xwe yên herî kêm hatibûn bêpar hiştin.
Li ser vî esasî em şêxên eşîran û rûspiyên herêmê me gava avakirina komîteya amadekar a ji bo Meclîsa Sivîl a Dêrazorê avêt. Meclîsa ku wê were avakirin jî wê wekî meclîsên bajarên din ên ji destê DAIŞʹê hatine rizarkirin bin. Wan meclîsan rêveberiya bajarên xwe yên rizgarkirî kirin.
Li ser vî esasî em di komîteya amadekar de, rûspiyên eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi Pêngava Bagera Cizîrê û hêzên QSDʹê re radigihînin. Em bang li hemû ciwanên dilêşê welat ji gund û eşîreyên Dêrazorê dikin ku tevlî hêzên QSDʹê bibin û di şerê li dijî terorê de cih bigirin. Di heman demê de em di wê baweriyê de ne ku, wê hemû rûspiyên herêmê tevlî xebatan bibin. Ji ber ku ew xwediyên rûmetê ne, wê bi hemû hêza xwe tevlî vê hêze bibin û berpirsyariya dîrokî ya dikeve ser milên xwe pêk bînin. Her wiha em ji hemû saziyên siyasî, çandî û civakî jî hêvî dikin ku bi rêbaza herî baş di hemleya rizgarkirina Dêrazorê de alîkar bin.ʺ