Bagera Cizîrê: Şervan ji 2 baskan ve pêş ve diçin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, baskê Ebû Xeşeb 1 km û baskê Ebû Fas jî 5 km pêşve çûn.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, baskê Ebû Xeşeb 1 km û baskê Ebû Fas jî 5 km pêşve çûn.
Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 3′yemîn de didome, şervan bi baskên Ebû Xeşeb û Ebû Fas pêşve diçin.
Bi pêşevçûna şervanan a li baskê Ebû Xeşeb re, şerekî dijwar rû da. Çeteyên DAIŞ’ê di vî şerî de ji bo pêşveçûna şervanan asteng bikin çekên giran bikar anîn. Li vî baskî tevî domandina şer jî 1 km pêşve çûn.
Li baskê Ebû Fas jî, çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşevçûna şervanan bigire bi wesayîtên bombebarkirî êrîş kirin. Di encama şerê giran ê li vî baskî de jî şervan pêşve çûn û 5 km ji destê çeteyan rizgar kirin.
Di encama şer de gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 2 çeteyan ketin destê şervanan.