Cenazeyên 2 şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên herdu şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Şêx Ehmed (Ebû Kenan Şemal) û Yasir Ewas ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xilêf axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku destkeftiyên şoreşê bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin.
Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Ebû Adil jî diyar kir ku cangoriyên azadiyê ji bo parastina gelê Reqayê canê xwe feda kirin û got: ″QSD′ê pêngava rizgarkirina Dêra Zorê jî daye destpêkirin. Di vê pêngavê de jî gelek leheng beşdar bûne.″
Ebû Adil soza şopandina rêya şehîdên ku ji bo rizgarkirina welat bedelên giran buha dane, da.
Her wiha Hevserokê Komîteya Karê Derve Şêx Elî Cemîlî jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û wiha anî ziman: ″Ev têkoşeran bi hawara gel ve hatin û ji bo parastina gelê xwe ji tarîtiya çeteyên DAIŞ′ê, canê xwe feda kirin.″
Di dawiya merasîmê de nasnameyên herdu cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.