Gelên Cizîrê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi deh hezar kesên ji herêma Cizîrê îro bi meşeke girseyî gotin; “Azadiya Rêbere Apo azadiya me ye, bê Serok jiyan nabe.”
Bi deh hezar kesên ji herêma Cizîrê îro bi meşeke girseyî gotin; “Azadiya Rêbere Apo azadiya me ye, bê Serok jiyan nabe.”
Îro gelên Rojhilata Navîn daketin qadan, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û azadiya Ocalan xwestin. Armanca wan rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Di oxira vê yekê de, bi deh hezaran gelên herêma Cizîrê beşdarî meşa navendî ya li bajarê Qamişlo bûn.
Meş ji qada Şehîdên Navneteweyî ya li taxa Enteriyê dest pê kir. Welatiyan bi sedan wêneyên Ocalan hildan, ber bi qada 19′ê Tîrmehê ve meşiyan û li wir rawestiyan.
Li qadê deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştre bi navê TEV-DEM′ê Hêva Erebo axivî, bixêrhatina hemû beşdaran kir û got ku hemû gelên herêmê amade ne, ji bo azadiya Ocalan berdêlên herî giranbuha bidin.
Erebo diyar kir ku dijminên mirovahiyê li ser Rêbertiyê tecrîd ferz kirine, ji ber ku nas kirin felsefeya Rêbertiyê bingeha azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Hêva wiha domand: ″Planên dijmin bi beşdariya hemû gelên herêmê di meşa azadiyê de têk çûn. Ji ber ku ev meş nîşaneya serkeftina felsefeya Ocalan e.″
Hêva Erebo di dawiya axaftina xwe de, bang li tevahî gelên herêmê kir ku xwedî li felsefeya Rêbertiyê derkevin û beşdarî hilbijartinên komunan bibin.
Meş bi dirûşmeyên ″Bê Serok jiyan nabe″ bi dawî bû.