Li Tirbespiyê cenazeyê 4 şervanên azadiyê hatin veşartin

Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyên 3 şervanên YPG’ê û gerîlayeke HPG’ê yên li cihên cuda şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê cenazeyên şervanên YPG′ê Reed Salih (Şoreş Gabar), Basil Selîm (Begdaş Qamişlo), Elî Ibêd (Ciwan Tirbespiyê) ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de û gêrîlayê HPG′ê Xalid Nesê (Gîvara Girê Berê) ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Dilbirîn û li ser navê Rêveberiya Xweser Dijwar Ehmed axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û hat diyarkirin ku bi saya fedekariya şehîdan, li herêmê gelek serkeftin hatin bidestxistin.

Li ser navê malbata şehîd Begdaş Qamişlo jî, birayê wî şervanê YPG′ê Cûdî Tirbespiyê axivî û wiha got: ″Dema me cilên YPG′ê li xwe kirin, me rêya fedekariya ji bo gel û welat hilbijart. Her ku em şehîdekî didin, hêza me zêdetir dibe. Em soza şopandina rêya têkoşerên azadiyê didin″.

Her wiha li ser navê malbata şehîd Ciwan Tirbespiyê jî, xalê wî Basil Giûd axivî û diyar kir ku îro 4 findên din ên azadî û rûmetê têne pêxistin û bi roniya xwe rêya azadiya gelan ronî dikin. Basil her wiha diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û soza şopandina hemû têkoşeran da.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayikan de hatin veşartin.