Cenazeyên 8 şehîdan li Eyn Îsa hatin veşartin
Şêniyên Eyn Îsa û Reqayê tevî şervanên YPG/YPJ û QSD'ê, bi merasîmekê cenazeyên 8 şervanan veşartin. Şervanan di merasîmê de gotin, wê her tim li ser şopa şehîdan bin.
Şêniyên Eyn Îsa û Reqayê tevî şervanên YPG/YPJ û QSD'ê, bi merasîmekê cenazeyên 8 şervanan veşartin. Şervanan di merasîmê de gotin, wê her tim li ser şopa şehîdan bin.
Gelê Eyn Îsa û Reqayê cenazeyên 8 şervanên ku di berxwedana Reqayê de şehîd bûn spartin axê. Şervanên ku tevlî merasîmê bûn soz dan ku wê heta dawî şopdarên rêya hevalên xwe yên şehîd bin.
Şêniyên Eyn Îsa û Reqayê li ber avahiya Meclîsa Şaredariya Gel a bajarê Eyn Îsa kom bûn da ku cenazeyê şehîd Mistefa Saîd, Hesan Newaf (Ebû Hetaş), Mişel Ehmed(Alan Etşana), Mihemed Ehmed(Şêran Kobanê), Abdullkerîm Xelef (Ebû Welîd), Fadî Hisên(Eqreb), Abdullah Cemîl (Egîd Reqa) û Qûseyî Elî(Melaîka) werbigirin. Gel piştî wergirtina cenazeyan bi karwaneke ji wesayitan berê xwe da goristana şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê.
Welatiyan li herêmeke nêzî goristanê, darbestên şehîdan hildan ser milan û ber bi goristanê ve meşiyan. Li goristanê, şervanên YPG/YPJ û QSD'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebû Ela li vir axivî û got, bi têkoşîn û berxwedana şehîdan herêm ji çeteyan hatiye rizgarkirin.
Di merasîmê de her wiha Hevserokê Komîteya Têkiliyan ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş axivî û diyar kir, ku bi berxwedana şervanên QSD'ê li herêmên ku hatine rizgarkirin dibistan hatin vekirin û xwendinê li Reqayê destpê kiriye.
Paşê Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa axivî û bang li hemû malbatên şehîdan kir ku li ser rêya şehîdan û rêya Neteweya Demokratîk têbikoşin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kirin. Malbatan jî soz dan ku wê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin. Şervanên QSDʹê yên di beşdarî merasîmê bûn jî soz dan ku wê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin û dev ji rêya wan bernedin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşmeyan spartin axê.