Taxa El-Sukne ya Reqayê hate rizgarkirin
Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir ku şervanên QSD`ê taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê rizgar kirine û Li taxa Mirûr, Emîn û Mensûrê şer didome.
Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir ku şervanên QSD`ê taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê rizgar kirine û Li taxa Mirûr, Emîn û Mensûrê şer didome.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê êdî ber bi dawîbûnê ve diçe. Ji Fermandarên QSD`ê Rojda Felat duh diyar kiribû ku bajarê Reqayê sedî 70 ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.
Derbarê pêşveçûyînên dawî yên pêngavê de, Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed axivî û da zanîn ku hêzên wan taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye û li taxa Mirûr, Emîn û Mensûrê ev çend roj in şerê giran didome.
Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku li her sê taxên navborî yên navenda bajarê Reqayê şerên dijwar rû didin û teqez kir ku ew ê di demeke kurt de ev tax werin rizgarkirin.
Berdevka Xezeba Firatê anî ziman ku ew ê di demeke nêz de mizgîniya rizgarkirina çerxereya El-Neîm ku çeteyên DAIŞ`ê nav lê kiribûn çerxereya (El-Cehîm) bidin gelê Reqayê û wiha pê de çû: “Çeteyên DAIŞ`ê li çerxereya El-Neîm kiryarên dijî mirovahiyê pêk dianîn. Em soz didin ew ê di demeke kurt de ew çerxerê were rizgarkirin.”