Ol û bawerî li nava federasyona demokratîk azad in
Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, her kes bi rengekî azad dikarin bi ol û baweriya xwe bijîn.
Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, her kes bi rengekî azad dikarin bi ol û baweriya xwe bijîn.
Meleyê ji Şehbayê Zubeyîr Kûllî ku hovîtiya DAIŞ'ê û Nûsra dît, anî ziman ku li herêmên Şehbayê yên hatine rizgarkirin jiyanek nû dest pê kiriye.
Kûllî got, "Em pirsgirekan bi rengekî aştiyane çareser bikin. Em azad in, mizgeftên me hene, can, mal û namûsa me ewle ne. Gelê me êdî hilbijartinê dike. Kî bixwaze dikare xwe ji bo rêvebirina komun, bajar û kantonan bike namzet. Elhemdullîlah demokrasî heye. Em ji Xwedê hêvî dikin ku ji başiyê ber bi rewşa hê baştir ve biçin."
Li Şehbayê, piştî ku sala 2011'an şerê navxweyî dest pê kir, çeteyên Ehrar Şam, Cephet El Nûsra, DAIŞ û komên din ên çete bi her awayî pêkanînên li dijî mirovahiyê kir. Ev yek jî bi navê Îslamê kir. Gelê Şehbayê ku ev hovîtî hemû bi serê wan ve hat, niha li herêmên ji çeteyan hatine paqijkirin bi rengekî azad dijîn. Û hurmetê nîşanî ol û baweriya hev didin.
Endamê Komîteya Dînî ya Meclîsa Rêveber a Şehbayê Şêx Zûbeyir Kûllî, ku wî bi xwe jî hovîtiya DAIŞ û El Nûsra dît, anî ziman ku ew ji serdema cahîliyeyê rizgar bûne. Kûllî bi bîr xist, ku sîstema federasyona demokratîk xwe dispêre azadî û biratiya gelan û got, "Niha li Şehbayê Kurd, Ereb, Tirkmen, hemû bawermend bi hev re mîna xwişk û bira dijîn. Ev yek ji bo me tişta herî hêja ye. Bi salan hewl dan bi navê Îslamê me bikin dijminê hev, lê belê ew bi xwe dijminê Îslamê bûn."
JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE HATE GIRTIN
Şêx Zubeyir Kûllî anî ziman, ku di dema DAIŞ'ê de ew hate girtin û got, "14 rojan êşkence li min kirin. Ji ber ku em Sofî ne, ji me hez nakin. Mejiyê wan mejiyê Vahabî ye û dixwazin her tişt li gorî wan be. Piştî ez berdan gotin, 'Biçe li şûna xwe rûnê, tu yê li ser dînî neaxive, gel bi rêxistin neke. Hiş be û der barê dîn de neaxive'. Piştî ku derketim, em jî ji herêma wan çûn cihekî din."
CEPHET EL NÛSRA JÎ MÎNA DAIŞ'Ê YE
Kûllî diyar kir, Cephet El Nûsra jî, her çend li gorî DAIŞ'ê hinekî nerm xuya bike jî, ji aliyê cewherî ve weke hev in û wiha dewam kir: "Nûsra ji min xwest, ku ez ji bo wan bixebitim, li gorî wan tevbigerim û nêrînên wan belav bikim. Xanî dan min, lê min qebûl nekir. Wan jî ji her kesî dixwestin, ku mîna wan bin. Dixwestin mirov weke wan kincan li xwe bikin, weke wan bawer bikin û biaxivin. Digotin ku ji bilî baweriya Vahabî her tişt derew e. Cephet El Nûsra jî gelek tehde li gel kir, jin tine kir."
OLA XWE LI SER MIROVAN FERZ KIRIN
Kûllî destnîşan kir, ku van koman hewl dan Îslama esasî bi gelê Şehbayê bidin jibîrkirin û feraseta xwe ya olî li ser wan ferz bikin. Kûllî bi bîr xist, ku di dîroka Şehbayê de gel, çand û baweriyên cuda bi hev re jiyan e û got, "Li dijî dînê ku wan ferz dikirin, kê Îslam parastin bi qasî ku serî jê bikin zilm li wan kirin. Rûmeta mirovahiyê bin pê kirin. Li Şehbayê mirov dihatin kuştin û cenazeyên wan heta bêhn jê bên li binê tavê dihatin hiştin."
ÊDÎ HURMET JI HER KESÎ RE TÊ NÎŞANDAN
Zubeyir Kûllî anî ziman, ku li Şehbayê niha her kes ji aliyê bawerî û jiyanê ve azad in û got, "Piştî ku beşek ji Şehbayê ji aliyê Hêzên Şoreşger ve hate rizgarkirin, azadî hat. Gelê me li gundên xwe vegeriya. Azadî heye, di heman demê de hurmet ji bo baweriyê heye. Kes li ser nimêja me biryarê nade. Her kes ji aliyê bawerî û îbadetê ve azad e. Hewl tê dayin têkiliyên mirov û civakê hê xweştir bibe. Em pirsgirêkan bi rêya aştiyane çareser dikin. Em azad in, mizgeftên me hene. Canê me, malên me û namûsa me ewle ne. Gelê me êdî hilbijartinê dike. Kî bixwaze ji bo rêvebirina komun, bajar û kantonan dikare di hilbijartinan de bibe namzet. Elhemdullîlah demokrasî heye.
HÊ BAŞTIR DIBE
Em ji Xwedê hêvî dikin ku ji başiyê ber bi rewşeke hê baştir ve biçin. Mirovê bi rengekî azad û bi rûmet dijî, bi hezkirinê dest bi avakirina welatê xwe dike. Bi başiyê zêde dibe. Di dema wan de nebaşî, nexweşî û cehalet zêde bû bû. Înşaleh bi sîstema federal re wê zanistî bikeve şûna nezantiyê, sihhet bikeve şûna nexweşiyê û başî bikeve şûna nebaşiyê."