Şervan ketin Medînît Siniyeyê ya bi ser Dêrazorê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor derbasî Medînît Siniyeyê ya bi ser Dêrazor bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî pêşveçûna  Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê  daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wisa ye:

“Hêzên me di çarçoveya Bagera Cizîrê de, di bin banê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor derbasî Medînît Siniyeyê ya bi ser Dêrazor bûn.

Di kolana pêşîn a Medînît Siniyeyê de di navbera hêzên me û çeteyan de şer çêbûye û hêzên me piştî şerê giran ketiye navenda Medînît Siniyeyê. Çeteyan bi wesayîtên bombebarkirî xwestin pêşveçûna hêzên me bidin sekinandin.

Çeteyên DAIŞ’ê li Medînît Siniyeyê zêde tunel çêkirine, mayîn danîne û bi wesayîtên bombebarkirî dixwazin xwe biparêzin. Lê hêzên me bi awayekî profesyonel derbasî Medînît Siniyeyê bûne.

Di kolanên Medînît Siniyeyê de şer didome û hêzên me bi pêş ve diçin.”