Li Reqa li derdorî Baxçeyê Reşîd û Nexweşxaneya Wetenî şerê dijwar
Şervanên QSD’ê li derdorî Baxçeyê Reşîd û Nexweşxaneya Wetenî bi pêş ve diçin. Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bi wesayîtên bombebarkirî pêşveçûna şervanan asteng bikin.
Şervanên QSD’ê li derdorî Baxçeyê Reşîd û Nexweşxaneya Wetenî bi pêş ve diçin. Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bi wesayîtên bombebarkirî pêşveçûna şervanan asteng bikin.
Piştî ku şervanên QSD′ê taxa Sekenê rizgar kirin, şer veguherî derdora Baxçeyê Reşîd û Nexweşxaneya Wetenî. Li van herêman şer bi dijwarî didome.
Çeteyên DAIŞ′ê jî hewl dan bi rêya wesayîtên bombebarkirî û êrîşên xwekuj pêşevçûna şervanan asteng bikin. Di bersivdayîna şervanan de wesayîtek bombebarkirî hat rûxandin û çeteyekî xwekuj xwe li derdora nexweşxaneyê teqand.
Şer bi dijwarî didome û şervanan avahiyên stratejîk li derdora bBaxçeyê Reşîd û Nexweşxaneya Wetenî rizgar kirin. Pêşveçûna şervanan ji bo rizgarkirina baxçe û nexweşxaneyê didome.
Navenda Ragihandina QSD′ê ragihand ku di vî şerî de 5 şervanên wan şehîd bûn.