Taxeke din a Reqayê hate rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) taxa Mirûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) taxa Mirûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên QSD'ê, piştî şerekî dirêj û dijwar, taxa Mirûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Pêngava rizgarkirina Reqayê, ku bi navê "Cenga Mezin" roja 6'ê Hezîranê dest pê kir, bi rengekî serketî didome. Şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyan dixin û her bi pêş ve diçin. Şervanan piştî şerekî giran, taxa Mirûr a li rojavayê Reqayê rizgar kirin.
Şervanan droneke çeteyan li vê taxê anîn xwarê û 2 wesayitên bombebarkirî desteser kirin.
Li 4 taxên din ên Reqayê jî şer bi dijwarî didome.
Bi qasî 70 ji sedî yê bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.