Şervanên YPJ'ê: Em ê jinên li Dêra Zorê rizgar bikin

Şervanên YPJ'ê yên tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne gotin, "Armanca me ne tenê rizgarkirina jinên li Dêra Zorê ye. Li ku derê koledarî li jinan bê ferzkirin, em ê li wir bin û jinan rizgar bikin. Em ê têkoşîna xwe geş bikin û azadiyê misoger bikin." 

Roja 9'ê Îlonê, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi tevlîbûna Hêzên QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê di civîneke çapemeniyê de li navçeya Şedadê ragihand, ku ew dest bi Pêngava Bagera Cizîrê dikin. Ev pêngav bi armanca rizgarkirina rojhilatê Firatê û paqijkirina bejahiya rojhilatê Dêra Zorê hatiye destpêkirin. Şervanên YPJ'ê ku cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê de digirin nêrîn û hestên xwe yên di vê der barê de anîn ziman.


 
Koçerîn Tolhildan da zanîn ku armanca wan ji pêngavê ew e ku tola hemû jinan hilînin û got: "Em bi tevlîbûna vê pêngavê re hestên pir cuda dijîn û moralê me pir xurt e.  Em ê di vê pêngavê de êşa ku jin û gel dikşînin bi dawî bikin. Çawa ku me jinên Reqqayê rizgar kirin em ê jinên Dêra Zorê û gundewarên wê jî rizgar bikin. Çawa ku jinên Rojava û Şengalê ji qirkirinê hatin rizgarkirin, wê jinên li tevahiya Sûriyê jî werin rizgarkirin."

'AZADKIRINA JINAN ERKA XWE DIBÎNIN'

Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan jî diyar kir ku jin ji kîjan welatî dibe bila bibe erka xwe dibîne ku jinan ji koletiyê rizgar bike û wiha got: "Ev pêngav ji niha ve bi coş û moraleke pir bilind bi pêş ve diçe. Em bi dil û can tevlî bûne. Mebesta me jî ew e ku çi jinên Kurd, Ereb, Êzidî û hwd ji çi ol û neteweyan be bila bibe, ji bo me ferq nake û em ê tevahiya jinan rizgar bikin. Ji bo me, eger hemû jinên kurd rizgar bibin û jineke ji pêkhateyek din kole be, wê demê em xwe azad nahesibînin."
 
Mizgîn Botan got ku bi rizgarkirina her jinekê coş û morala wan zêde dibe û wiha pê de çû: "Em bi rizgarkirina jinan re hêz û moraleke mezin digirin. Armanca me ne tenê rizgarkirina jinên Dêra Zorê ye. Armanca me ew e ku  li ku derê jin rastî tundiyê bê em ê li wir bin û wê rizgar bikin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin ta ku azadiyê misoger bikin û em ti carî koletiyê qebûl nakin. Ji bo Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî em amade ne ku têkoşînê bidin. Pêwîste jinên ku tên rizgarkirin jî cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin da ku em tevahî gel û jinan rizgar bikin."
 
'ARMANCA ME RIZGARKIRINA HEMÛ JINAN E'

Bêrîtan Warşîn yek ji şervanên ku tevli Pêngava Bagera Reqayê bûye. Warşîn diyar kir ku armanca wan rizgarkirina hemû jinên Sûriyê ye û got: "Em ê hêzên terorîst ji ser axa Sûriyê tune bikin ji bo ku gel karibe azad bijî. Bangawaziya min ji bo gelê Dêra Zorê û taybet jinên wê derê ew e ku bi şervanên YPJ'ê û Meclisa Leşkerî ya Dêrzorê re bibin alîkar da ku di demeke nêz de werin rizgarkirin."