Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Civaka Demoktatîk TEV-DEM'ê bi dirûşma 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye' meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran welatiyên Kantona Qamişlo û Kantona Cizîrê beşdarî meşê bûn.
Meşa girseyî ji qada Şehîdên Navneteweyî dest pê kir. Di meşê de dirûşmên 'Bê serok jiyan nabe' û 'Bijî serok APO" hatin berzkirin. Meşvan bi hemû coşa xwe ber bi qada 19'ê Tîrmehê ve meşiyan. Li qadê ji bo berxwedêrên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Li qadê li ser navê TEV-DEM'ê Hêva Erebo axivî. Hêva Erebo bi xêrhatina çalakgeran kir û azadiya Ocalan xwest.
Cîgira Hevşaredarên Qamişloye Qamişloyê Mûna Farûq jî axivî û got, "Dengê me û dengê rêberê me gihiştiyê tevahiya cîhanê, em bi sed hezaran îro rabûne ser piyan û ji bo azadiya rêberê xwe bang dikin. Ev gelê ku fikir û felsefeya Rêber APO fêhm kiriye, êdî nema disekine. Wê heya dawî li ber xwe bide û ji bo azadiya rêberê xwe li ser piyan be."
Endama Meclîsa Zagonsaz a navçeya Til Temir Hayistan Xelef jî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir û ev tişt got: "Dijminê me digot eger serokê gelê kurd di girtîgehê de bimîne, wê gelê Kurd jî tine bibe. Lê em gelê Kurd bi milyonan îro ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piyan e. Rêberê me di raman û dilê me de dijî. Ne tenê pêkhateya Kurd, lê belê pêkhateyên Ereb û Suryan jî tevli vê meşe bûn û azadiya Rêber Apo xwestin. Armanca me ji vê meşê ew e ku dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê û tecrîda girankirî bi dawî bibe."
Meş bi dirûşmên 'Bijî Rêber Apo' û 'Bê serok jiyan nabe' bi dawî bû.