Cenazeyê şehîd Hemed li Til Hemîsê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemed Mixlif li navçeya Til Hemîsê hate veşartin.

Welatiyên navçeya Til Hemîsê, Endamên Saziyên Civaka Sivîl, şervanên YPG/YPJ'ê û Hêzên Erka Xweparastinê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hemed Mixlif ku 7'ê Îlonê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû wergirtin û birin goristana Şehîd Raxib Etiye.

Merasîma li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Fermandarê Hêzên Xweparastinê Ebdulwahid Gewriye axivî û da zanîn ku bi saya hevgirtina gelên herêmê û fedakariya şehîdan, şervanên YPG/YPJ'ê serketinên mezin bi dest dikevin.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser serketinên ku li Bakurê Sûriyê hatine bidestxistin. Zekî soz da ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Her wiha bi navê TEV-DEM′ê Salih Xelef axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku wê têkoşînê bidomîn.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayikan de hate veşartin.