Şer li 5 taxên Reqayê giran e: 47 çete hatin kuştin
Ji duh êvarê û vir ve li pênc taxên Reqayê şerekî giran diqewime. Di vî şerî de 47 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên QSD'ê."
Ji duh êvarê û vir ve li pênc taxên Reqayê şerekî giran diqewime. Di vî şerî de 47 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên QSD'ê."
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de, li taxên Mirûr, Emîn, Nehda, Sekene û Mansûr ên Reqayê, ji duh û vir ve şerekî dijwar diqewime.
Di vî şerî de 47 çete hatin kuştin û termê 36 çeteyan li herêmên di destê şervanan de man.
Li taxên navborî gelek çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê şervanan. Çekên ketin destê şervanan ev in: Çekek doçka, 4 çekên RBC, 4 hezar fîşekên kalaşnîkovê, 3 hezar û 500 fîşekên BKC.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her wiha li taxa Mansûrê balafirek keşfê xistin xwarê û 2 wesayitên bombebarkirî li taxa Sekene desteser kirin.
Li van taxên navborî ku şer giran e, şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.