Cenazeyên 2 şehîdan li Kobanê hatin veşartin
Şêniyên kantona Kobanê cenazeyên têkoşer Demhat Heleb û Arîn Ronahî li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Şêniyên kantona Kobanê cenazeyên têkoşer Demhat Heleb û Arîn Ronahî li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Girseya gel cenazeyên şehîdan Mihemed Ebdî (Demhat Heleb) û Sîdra Bekir (Arîn Ronahî) ji nexweşxaneya şehîd Zozan rakir û berê da goristana Şehîd Dîcle.
Merasîma li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre fermandara YPJ'ê Dilbirîn Kobanê axivî. Kobanê got, "Cangoriyan bi xwîn û têkoşîna xwe axa me ya pîroz av dan û bi wate kirin. Canfedayê welat û rûmeta gelê xwe bûn û em ê her tim xwedî li têkoşîna wan derkevin."
Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Mûstefa Êto jî got, "Şehîd dilsozê axa xwe ne. Ji bo azadî û rûmeta xwe her tiştên xwe feda kirin. Divê em bi cangoriyên xwe ve dilsoz bin û têkoşîna wan dewam bikin."
Piştî ku axaftin bi dawî bûn ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ronahî Ehmed nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Piştî ku merasîm bi dawî bû cenazeyên her du şervanan hatin veşartin.