Artêşa Tirk a dagirker top avêt herêma Efrînê

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Kantonên Efrîn û Şehbayê zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di Keleha Semanê û Çiyayê Şêx Berekat de bi cih bûne, şevê din top avêtin gundê Basofanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Ji ber topbaranê, zerar gihîşt malên welatiyan. Her wiha çeteyên ku di bajarokê Etma yê bajarê Idlibê de bi cih bûne, gundê Dêrbelût yê navçeya Cindirêsê saet 5'an topbaran kirin. Ji ber topbaranê zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Ji aliyekî din ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Ezazê, gundên Belûniyê, Eyn Deqnê, Mer Enaz û Minix ên ser bi navçeya Şera ya Kantona Efrîn ya girêdayê Herêma Efrînê, heta saetên sibehê topbaran kirin.

Şervanên YPJ/YPG'ê bersiva êrîşan dan û navendên artêşa Tirk û çeteyan kirin armaca xwe. Lê der barê kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyên wê tu agahî nehatin bidestxistin.

Li Kantona Şehbayê jî artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarokê Marî, gundê Hesiya û Semûqa topên hawan û obusê avêtin û ji ber vê topbaranê zerar gihîşt malên welatiyan.