Cenazeyê du şehîdên azadiyê hatin veşartin

Welatiyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Welat Bîrhat û şervanê Hêzên Cebhet El-Ekrad ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, hatin veşartin.

EFRÎN

Welatiyên herêmê cenazeyê şehîd Welat Bîrhat ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin, berê xwe dan herêma Cindirêsê û li ketina herêmê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. Piştre karwanê şehîd ber bi Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra bi rê ket.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG′ê li herêma Cindirêsê Erdal Arif, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêmê Fewzî Seydo û Endamê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Îbrahîm Reşo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza domandina têkoşînê hat dayîn. Her wiha hat diyarkirin ku herêm di pêvajoyeke hestyar re derbas dibe û hat gotin ku ji bo wefadariya ji cangoriyên azadiyê re, hemû gelên herêmê beşdarî projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, bibin.

Di berdewama axaftinan de, hat destnîşankirin ku gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê 3 pêngavên dîrokî “Pêngava rizgarkirina Reqa, Dêra Zorê û pêngava hilbijartinên Komînan″ didin meşandin û hat diyarkirin ku serkeftina van pêngavan wê civakeke azad û demokratîk li ser esasê biratiya gelan, ava bike.

Piştre jî li ser navê malbata şehîd, birayê wî Hisên Mihemed axivî, got ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind e û bang li tevahî ciwanên herêmê kir ku beşdarî nava refên YPG/YPJ′ê bibin, da parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.

ŞEHBA

Cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Amir Hesûn jî ji nexweşxaneyê hat wergirtin û ber bi navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şahbayê ve kete rê.

Li navçeyê, merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ya ji aliyê hêzên Cebhet El-Ekrad ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Şahbayê Ridwan Ebû Nûr, li ser navê Meclîsa Rêveber a Rêvebirina Kantona Şahbayê Cîhan Xidro û li ser navê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Mehmûd Hemdik axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser rola şehîdan di avakirina welatan de û hat diyarkirin ku şehîd Amir soza rizgarkirina welat ji hovîtiya çeteyan pêk anî. Her wiha hat gotin ku mizgîniya rizgarkirina Reqayê nêz e.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd li goristana herêma Til Rifet a girêdayî Kantona Şahbayê di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.