Li Dêra Zorê bi tevlîbûna sedan welatiyan cenazeyên şervanên QSD`ê, Leys Ismaîl, Nesîm El-Dûdê û Ehmed El-Hayis ên ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Hanî El-Hesena herêma El-Bisîrayê ya gundewarên rojhilatê Dêra Zorê spartin axê.
Li gel welatiyên El-Bisîra endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrazorê, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û QSD`ê tevlî merasîmê bûn.
Girseya gel piştî wergirtina cenazeyên şehîdan, bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.
Li goristanê merasîmeke bi deqeyek rêzgirtina leşkerkî ya ji aliyê şervanên QSD‘ê û Hêzên Ewlekariya Hindin ve hate lidarxistin.
Piştre jî fermendarê Hêzên Ewlehiyan Hundirîn a El-Besîre Mistefa El-Ehmed û endama rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan Wîsal Hezaî axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya wan hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Cenazeyê şehîdan di dawiya merasîmê de bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ spartin axê.