Dewleta Tirk, gundên Bilbilê dike herêmên leşkerî
Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku bike herêma leşkerî gundên Bilbilê yên Efrînê vala dike.
Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku bike herêma leşkerî gundên Bilbilê yên Efrînê vala dike.
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku Efrîn dagir kiribû, li herêmê êrîşên xwe yên hovane didomînin.
Artêşa Tirk niha jî gundên Zeîra, Hiyamo, Elî Karo û Xelîlko yên navçeya Bilbilê ya Efrînê dike herêmên leşkerî. Artêşa Tirk şêniyên van gundan ji herêmê derdixe.
Saloxderên li herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk li herêmê dest bi amadekariyên leşkerî kiriye.