QSD: 6 çeteyên DAÎŞ’î hatin girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Dawî ya Bagera Cizîrê ya ‘Tinekirina Şerê Terorê’ ku li bejahiya Dêra Zorê dabûn destpêkirin de 1 jê jin 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya QSD’ê dîmenek parve kir ku têde dîmenên 6 çeteyên ku yek jê jin e, di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de hatine girtin parvekir.

Navên çeteyên hatine girtin wiha ne: “Mihemed Hisên Tanî bi navê Ebû Emîne El-Daxistanî tê naskirin, Emîne Emîr Xan Nadir, Hesen Şeban bi navê Ebû Ela El-Cebûrî Ebû Decana tê naskirin, Îsmaîl Reşîd Refîq bi navê Zekeriya El-Ezerî tê naskirin, Sêf Ehmed Tilêlî bi navê Ebû Bekir El-Cezayîrî tê naskirin, Mustefa Ebd El-Hadî El-Mûsa bi navê Ebû Ebbrehman El-Insarî.”